18 Mayıs 2010 Salı

Cem Özdemir: pirsgirêka Kurd ne di qişlayê de ne ji li çîya dikare were çareser kirin.

Hevserokê Partîya Keskan Cem Özdemir, pirsgirêka Kurd ne di qişlayê de ne ji li çîya dikare were çareser kirin.

„Ji Rûdawê hatîyê wergirtin“

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij- Duisburg

Ji bo hilbijartinên eyaleta NRW dirûşma ya partîya Keskan ya sereke çi ye? Hûn bernameyekê çawa pêşkeşê gel dikin.

Dirûşma ya partîya Keskan ya sereke reforma Perwerde ye. Em dixwazin ji hêlîna zarokan heta zaningeh di warê perwerde de reformên bingehîn pêk bînin. Niha pirsgirêka herî mezin perwerde ye. Hikumeta niha dixwaze bacê daxîne. Hem daxistina bacê, hem warê sihatê de reform hem ji warê perwerde de reform nabe. Li gor me polîtîkaya perwerde girîng e. Daxistina bacê ya dewlemendan ne karê me ye. Em dixawzin qalîteya perwerdeyê bilind bikin. Em dixwazin şans bidin her kesî kû ew bikaribe bixwîne, xwedîyê qarîyerê be. Divê ne tenê zarokên dewlemendan û yên teknokrat û burokratan, ango yên çîna jorin, zarokên karkeran, yên koçberan, ango yên çîna jêr ji bikaribin bixwînin. Li gor sîstema heyî zarok zû ji hev cûda dibin. Piştî sinifa çaran 3-4 formên dibistanê yên cuda - cuda hene. Em dixwazin zarok demekê dirêj bi hevra bixwinîn. Ango em dixwazin dibistanên hevbeş kû hemû zarok bikaribin bi hevra ders bigrin ava bikin. Dîsa em dixwazin dibistanên tam roj ava bikin. Li vir hemû zarok bikaribin xwarina nîvro bixwin û bi alîkarîya mamostaya dersên xwe çêkin. Divê helînên zarokan ji bo hemû zarokan bê pere bin. Divê mûçeya ji bo zaningehê were rakirin. Em dizanin pêkanîna vê bernameyê ne hêsa ye, lê em dikarin pêk bînin. Hikumet dixwaze bacê daxîne. Bi daxistina bacê 17 mîlyar Euro ji budçeyê kêm dibe. Em dikarin vê pereyê ji bo pêkanîna reforma perwerde xerc bikin. Ji ber kû em pir giringîyê didin demokrasîya bingehî, em dixwazin polîtîkaya perwerde bi mamosta, dê û bavê xwendewanan û xwendewanan bi hevra tespît bikin û bi hevra pêk bînin. Çend eyaletên kû em şirîkê hikumetê ne, em vê polîtîkayê pêk tînin.

Raya giştî dizane kû ji bo me parastina siruştê pir girîng e, ji ber wê em dixwazin bê karanîna atom û komir karabe hilberînin. Em dixwazin mirovan û derûdorê biparêzin, ji ber wê ji em hembera teknolojîya genetik in. Em sosyal edalet dixwazin û hembera hejarîyê tekoşîn didin. Em dixwazin sîstema sosyal-bilêt pêk bînin, dakû hemwelatî bikaribin li hemû NRW de bi bus û trênan erzan seyahat bikin. Em di navbera jin û mêran de wekhevî dixwazin. Jin û mêr kû eynî karê dikin dive wekhev mûçe bigrin û dive hemû meclîsan de hejmara jinan were zêde kirin. Em dixwazin hemwelatî aktîf tev li polîtîkaye bin û pirsgirêk bi gel va werin gengeşî kirin û biryar bi hevra werin girtin û pêk anîn.

Wekû tê zanin di îdareyên heremî û şaredarîyan de karmendên koçber pir kêmin. Ew ji bo entegrasyonê ne astengekê ye?

Raste, hejmara karmendên koçber kû di daîreyên fermî de kardikin, li nîspeta hejmara koçberan kêmin. Lê em wek partîya Keskan hewl didin kû vê neheqîyê ji ortê rakin. Ji bo wê ji partîya me hem ji bo meclîsên şaredarîyan hem ji, ji bo parlementoyên heremî berendamên kokkoçber nîşan dide. Li Duisburgê cîgirekê serokê şaredarîya mezin koçber e. Wekû hûn ji dizanin cara yekemîn ji partîya me kesekê koçber kû ji malbatekê karker dihat, wek parlamen hat hilbijartin. Îro serokê partîya me kokkoçber e. Di meclîsên şaredarîyan de ji, parlemento- yên eyaletan de ji endamên partîya me yên kokkoçber hene.

Demekê berê seroka Partîya Keskan Claudia Roth bi şandeyekê çu Kurdîstana Başûr, li vir serokê Kurdîstan birêz Mesûd Barzanî va hevdînikekê pêk anî û piştra çu Amedê. Armanca vê gerê çi bû?

Em wek Partîya Keskan her tim gêrên ûsa pêk tînin. Ew Gera heval Claudia Roth ji di vê çarçevê da gerekê normal bû. Têkilîyên me û Kurdan û yên Tirkîyê didomînin. Em dixwazin Tirkîyê di çarçeva pîvangên YE yê de reformên xwe bidomîne. Em dixwazin li Tirkîyê pirsgirêka Kurd bi rêya aşitî çareser be. Ew pirsgirêk ne di qişlayê de ne ji li çîya dikare were çareser kirin. Divê hemû alî werin cem hev bi hevra qisêbikin û bi metodên dîaloxê vê pirsgirekê çareser bikin. Em hevalên xwe yên tirk ra ji yên kurd ra ji vê yekê dibêjin.

Polîtîkaya Partîya Keskan ya Iraqê taybetî jî ya Kurdîstana Başûr hat guherîn?

Na, polîtîkaya me ya Kurdîstana Başûr nehat guherîn. Her tim pêwendîyên me û Kurdên Başûr baş bûn. Gava em şirîkê îktîdarê bûn, cara yekemîn me alîkarîya Kurdîstana Başûr kir. Dîsa me karsazên almanya şandin Kurdîstan û me dixwast ew li Kurdîstanê kar bikin. Partîya me dixwast navbera Almanya û Devleta Federal ya Kurdîstanê de têkilîyên diplomatik, kulturî û tîcarî geş bin.

Demekê berê serokwezîra Almanya Angela Merkel çubû Tirkîyê, serokwezîrê Tirkîyê R. tayyîp Erdoĝan ji Merkelê daxwaza vekirina dibistanê Tirk , li Almanya kir. Polîtîkwanên Almanya gazinca dikin kû ji ber kû tirk almanî hînnabin, entegreyê civata Almanya nabin. Rola dibistanên tirk di vê prsgirekê de çi be?

Li Almanya dibistanên tirk hene. R.Tayyyîp Erdoĝan çima niha ew pirsgirêk hat rojevê, ez tê negihiştim. Pirsgirêk ne hebûna an ji tûnebûna dibistanên tirk e, divê em qalîteya dibistanên heyî bilind bikin. Birêz Erdoĝan delva dibistanên tirk bigota dibistanên Alman- Tirk baştir dibû. Vê gavê civatê Almanya ji xelet fam nedikir. Lewra dibistanên Tirk tên mehnaya dinbistanên kû tenê tirkî ders tê dayîn û tirkî tê axaftin. Helbet ew tiştekî ne raste û hizmeta entegrasyonê nake, zarok û ciwanên tirk zêdetir ji civata Almanya dur dixe, ji bo entegrasyon dibe asteng.

Ji alîyê din wê gavê mirov dipirsin, li welatê te rewş çawa ye? Li welatê te kêmnetewe dikarin bi zimanê xwe perwerde bibin? Em hemû dizanin ne kurd ne ji gelên din nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin?

Angela Merkel dîsa ji bo têkilîyên Tirkîyê û Yekitîya Ewropayê (YE) şirîkîya biîmtîyaz anî rojeve. Hûn wek partî di vê babetê de çi pêşnîyar dikin?

Divê mirov rastîyê ra rast, xeletîyê ra xelet bêje. Tirkîyê dema bihurî de tiştên kû divê bikiriba nekir. Li Tirkîyê 3 car heta 4 car darbeyên leşkerî pêk hatin. Ew cuntayên leşkerî gelekî zirar da Tirkîyê û Tirkîye paşda birin. Wekû tê zanin gava Yewnanîstan ji bo endambûna YE serî lêda, rêvabirên YE Tirkîye ra gotin, „ lez bikin, berpirsîyarên xwe bînîn cîh, hûn ji serlêdana xwe bikin“. Serokwezîrê wê demê gotibu, „ Ew şirîkin, em bazarin“. Lê Tirkîye di wan salên dawî de hat guherîn. Gava ez bi serokwezîrê Tirkîyê û polîtîkwanên din va diaxifim, ez her tim dibêjim kû Tirkîye dikare bi alîkarîya YE pir tiştên baş pêk bîne. Divê Tirkîye di vê rê de berdewam bike. Endambûna Tirkîyê ya YE hem ji bo berjewendîyên Tirkîyê hem ji, ji bo YE pir baş be. Dawîyê de her du alî ji kar bikin. Bêgûman Tirkîye nikare bi sifir terîfe bibe endamê YE. Divê Tirkîye hemû şart û şûrtên YE bîne cîh. Tu dewlet nikare pîvangên xwe YE yê bide qebûl kirin, divê ew pîvengên YE bi cîh bînin. Gava Tirkîyê hemû şertên YE anî cîh, em dixwazin dawîya vê pêvajoyê de Tirkîye bibe endamê YE, ne şirîkê biîmtîyaz. Xwe şirikîya biîmtîyaz niha ji heye. Lewra Tirkîye endamê gelekî dezgehên YE ye, endamê Yekitîya Gumrikê ye.

Li Tirkîye niha li ser guhertina Makezagonê gengeşî hene. Ewropa vê pêvajoyê çawa dinirxîne?

Li Ewropa tenê yek dîtin nîne. 27 endamên YE ewropa hene. Her dewletê de partîyên desthilatdar hene, yên mihalefet hene. Dîtinên her partî cûda ne, heta di nav partîyan de dîtinên cûda - cuda hene. Ez guherandina makezagonê pir baş û pêwîst dibinîm. Lewra makezagona heyî di dema cuntaya 12 yê Îlonê de hatîye çêkirin, ango makezagonekê mîlîtarîst û antîdemokratîk e. Dil dixwast kû bi hemû partîyên sîyasî, rexistinên sîvîl û akademîsyenan hevkirinekê pêk were û bi hevkirinekekê hevbeş makezagonekekê demokratîk, Ewropayî û hevdem pêk were. Hewcetîya Tirkîyê makezagonekekê ûsa heye. Makezagona 12 yê Îlonê heta niha çend car hat guherandin, lê ew ne guherandinên girîng bûn. Makezagona Tirkîyê dişibe penîrê Swîsre. Kevn û nû bi hevra ne. Hewcetîya Tirkîye makezagonekekê nû heye.

Demekê berê parlementoya Swêd „Jenosîda Ermenîyan“ pêjirand, niha dorê de dewletên din ji hene. Li Tirkîyê her meha Nîsanê de ji ber pirsgirêka Ermenî tansîyon bilind dibe. Di vê babetê de hûn çi difikirin?

Gotinekê baş yê birêz Hrant Dînk kû ji alîyê nîjatperestên şovenîst hat kuştin, hebû. Ewî digot „ Pirsgirêka navbera gelên Tirk û Ermenîyan nikare di parlementoyên dewletên din de were çareser kirin. Divê civata Tirk û Ermenîyan di nav xwe de ew pirsgirêkê bi dîaloxê, bi axaftinê çareser bike.“ Ji ber wê ez destpê kirina pêwendîyên navbera Tirkîyê û Ermenîstanê, vekirina derîyê navbera Tirkîye û Ermenîstanê , pir baş dinirxînîm û piştgirîyê didim vê pêvajoyê. Ez hêvî dikim kû birêz Erdoĝan di ew rêya xwe de pêşva biçe. Di wan salên dawî de têkilîyên navbera Yewanîstan û Tirkîye, yên Surîye û Tirkîyê, yên Bulgarîstan û Tirkîyê baş bûn. Ji wê hemî alîyan sûd wergirtin. Divê têkilîyên Tirkîye û Ermenîstanê ji baş bin, ew ji bo berjewendîyên her du alîyan ji pir baş be. Heman demê de divê Ermenîstan ji bi Azerbeycan va têkilîyên xwe baş bike û pirsgirêka Karabax were çareser kirin. Ez wê bawerîyê da me kû pirsgirekê kû bi dîaloxê, bi nîyeta baş nayê çareser kirin, nîne.

Not: Kurtebeşekê vê Hevpeyvînê di kovara « Rûdaw » ê çapa Ewropa hêjmara 42 an de hat weşandin.

--------------
„Bu roportaj „ Rûdaw“ dan alınmıştır“

Yeşiller partisi eşbaşkanı Cem Özdemir, Kürt sorununun çözümü kışlada deĝildir.

Roportaj: Seyîdxan Kurij- Duisburg

Seyîdxan Kurij: Bilindiĝi gibi 9 Mayıs`da Küzey Rhein Vestfalya (KRV) eyaletinde parlemento seçimleri yapılacak. Siz bu seçimlere hangi temel şiar altında giriyorsunuz?

Cem Özdemir:
Bu seçimlerde Yeşiller partsinin en önemli şiarı eĝitim reformudur. Biz eĝitim alanında çocuk yuvalarından Üniversiteye kadar köklü bir reform öneriyoruz. Çünkü ülkenin geleceĝi için eĝitim de fırsat eşitliĝi saĝlanmasını ve kaliteli eleman yetiştirilmesini, eĝitimin kalitesinin yükseltilmesini çök önemsiyoruz. Hem saĝlık reformu, hem vergilerin düşürülmesi hem eĝitim reformu birlikte olmaz. Onun için biz eĝitim reformunu öne aliyoruz. Şimdiki hükümet vergileri düşürmek istiyor. Bunun ile bütçeye ek 17 milyar yük gelecek. Bu zenginlerden alınacak paradır. Biz böyle bir vergi indirimini doĝru bulmuyoruz, aksine bu parayı eĝitime kanalize etmeyi planliyoruz. Biz bir işçi çocuĝu da bir göçmen çocuĝu da, yani alt sınıflara mensup insanların çocujkları da üst sınıflara mensup insanların çocukları kadar okuyabilme imkanına sahip olmalı diyoruz.

Almanya`nın şu andaki okul sisteminde ilk okul 4. sınıfdan sonra çocuklar hemen ayrıliyorlar. İlk okuldan sonra 3-4 farklı okul var. Biz bunu doĝru bulmuyoruz. Biz çocukların daha uzun süre birlikte eĝitim görmelerinden yanayız. Ama bunu tek başımıza yukardan belirlemek istemiyoruz. Okul ile ilgili bütün problemleri öĝrenciler, veliler ve öĝretmenler ile birlikte çözmek istiyoruz. Çünkü biz taban demokrasisini önemseyn bir partiyiz. Hükümet ortaĝı olduĝumuz bazı eyaletlerde bu politikamızı uyguluyoruz. Biz çocuk yuvalarının herkes için bedava olmasını, okulların tam gün olmasını, öĝrencilere öĝle yemeĝi verilmesini ve okulda onlara dersleri ile ilgili ek yardım verilmesini, ayrıca spor , satranç ve benzeri aktiviteler yapılmasını istiyoruz. Üniversitelerde ise kayıt harcının kaldırılmasını istiyoruz.
Ayrıca Yeşiller Partisi - NRW , „ Yeşillere oy vermek için 12 neden“ şiarı altında programını aşaĝıdaki gibi seçmenlere tanitiyor:

• Biz iklim koruyucu, çevre dostu ekonomiye, eĝitim, saĝlık ve sosyal işpazarına yapılacak yatırımlarla 200.000 yeni işyeri yaratabiliriz
• Biz iklim koruyucu, yenilenebilir alternatif enerji kaynakları ile yeni atom ve kömür reaktörlerini önlemek istiyoruz
• Biz atom enerjisinden kesin vazgeçilmesini istiyoruz, zira bunlar kontrol edilemez ve artikların imha edilmesine henüz bir çözüm bulunamamiştir
• Biz adil ve verimli okul sistemini destekliyoruz, tüm çocuklann uzun ve ortaklaşa egitim alabilmelerini istiyoruz
• Biz okul harçlarını kaldırıp, yüksek okullardaki eĝitim koşullarını düzeltmek istiyoruz
• Biz daha fazla günlük kreşler kurup, aidatları zamanla kaldırmak istiyoruz
• Biz yoksulluĝa ve asgari ücretlere karşı sosyal bir adalet için mücadele ediyoruz
• Biz insanların, doĝayı, hayvanları, temiz suyu, temiz havayı ve tüketiciyi koruyoruz
• Biz bütün Kuzey Ren-Vestfalya eyaleti için sosyal bilet uygulamasını ve otobüs ve tramvayların çoĝaltılmasından yanayız
• Biz eşit işe, eşit ücret ve tum şehir meclislerine ve komisyonlara bayanlar için kota ayrılmasını istiyoruz
• Biz demokrasi ve insanların söz hakkına sahip olmalarından yanayız, insanları gözetim altında tutan kameralara ve internetteki denetime karşıyız
• Biz borçlardan arınmış, güvenilir gelir kaynakları olan, baĝımsız hareket edebilen yerel yönetimlerden yanayız
• Biz her türlü ırk, renk, dil ve din ayırımına karşı, çok kültürlü bir toplumdan yanayız

Seyîdxan Kurij: Bilindiĝi gibi yerel yönetimlerde ve şehir dairelerinde çalışan göçmenelerin sayısı çok az. Bu integrasyonu zorlaştıran bir faktör degil mi?

Cem Özdemir:
Evet doĝrudur, nufus oranı ile kıyaslandıĝında yerel yönetimlerde ve şehir idarelerinde çalışan memur sayısı yetersizdir. Fakat biz Yeşiller partisi olarak bu dengesizliĝi ortadan kaldırmaya çalışiyoruz. Bunun içinde hem federal ve eyalet parlementolarında hem de belediye meclislerinde göçmen kökenli adayların olmasına özen gösteriyoruz. Duisburg`da bir semt belediye başkanı göçmen kökenli. Bilindiĝi gibi ilk defa 1995 `de bir işçi ailesinden gelen biri Yeşiller Partisinden miletvekili seçildi. Bügün göçmen kökenli parti başkanı var. Eyalet parlementolarındada belediye meclislerinde de göçmen kökenli üyelerimiz var.

Seyîdxan Kurij: Bir süre önce Yeşiller Partisi federal başkanı Claudia Roth bir heyet ile Güney Kürdistan`a gidip orada Kürd Federe Devleti Başkanı Mesud Barzani ile görüştü ve oradan da Türkiye`ye geçip çeşitli görüşmeler yaptı. Bu görüşmelerin amacı ne idi?

Cem Özdemir: Biz Yeşiller partisi olarak sürekli bu tür görüşmeler yapiyoruz. Claudia Rith`un bu gezisi de bu çerçevede normal bir gezi idi. Claudia Güney Kürdistan`da hukumet yetkilileri ile, sayın Barzani ile ve diĝer politikacılar ile görüşmeler yaptı. Oradan da Tükiye`ye geçip hem Kürd hem de Türk politikacıları ile görüştü. Biz Tükiye`nin AB kriterleri çerçevesinde reformlara devam etmesini istiyoruz. Biz Türkiye`de Kürd sorununun barışçıl- demokratik yollar ile çözülmesini istiyoruz. Kürd sorunu ne kışlada nede daĝlarda çözülemez. Bütün taraflar bir masa etrafında toplanmalı , bu sorunu konuşarak, dialog yöntemi ile çözmeliler. Biz başbakan, meclis başkanı, bakanlar dahil Türkiye`deki Türk politikacıları arkadaşlarımıza da Kürd politikacı arkadaşlarımıza da bunları söylüyoruz.

Seyîdxan Kurij: Yeşiller Partisi`nin Güney Kürdistan ve Irak politikası degişti mi?
Cem Özdemir: Hayır, bizim Güney Kürdistan`daki Kürd politikacıları ile her zaman iyi dialoĝumuz vardı ve bu dialog devam ediyor. İktidar oratĝı olduĝumuzda ilk defa biz Güney Kürdistan`a yardım gönderdik. Saddam devrildikten sonra da ilk defa biz oraya işadamlarını gönderdik ve Almanya`nın Kürdistan`ın inşasına katkıda bulunmasını istedik. Şimdi de Almanya ile Kürdistan Federe Devleti arasında ekonomik, kültürel ve diplomatik ilişkilerin geliştirilmesine katkıda bulunuyoruz. Biz Almanya`nın Hewler`de konsolosluk açmasını talep ettik ve bu talebimiz gerçekleşti.

Seyîdxan Kurij: Kısa bir süre önce Almanya başbakanı Angela Merkel Türkiye ziyaret ettiĝinde, Türkiye başbakaı R.Tayip Erdoĝan Almanya`da türk okullarının açılmasını talep etmişti. Almanya politikacıları türklerin almanca bilmediklerinden entegre olamadıklarından şikayetçi oldukları bir zamanda, Erdoĝan neden böyle bir öneride bulunuyor?

Cem Özdemir: Almanya`da zaten türk okulları var. Neden bu dönemde böyle bir konunun gündeme geldiĝini doĝrusu anlamadım. Sorun Almanya`da türk okullarının olup olmaması sorunu deĝil, mevcut okulların kalitelerinin yükseltilmesidir. Sayın Erdoĝan Türk okullarındansa Türk – Alman okulları dese idi daha isabetli olurdu. Zira Türk okullarından türkçe eĝitim yapılan, türkçe konuşulan okullar anlaşıliyor ki, bu okullar entegrasyona hizmet etmez elbette ki. Türk okulları denmesi buradada yanlış anlaşılmalara meydan vermiş oldu.
Ayrıca Türkiye`nin başbakanı Almanya`da Türk okulları açılsın dediĝinde, adama acaba senin ülken de durum nasıl diye sorarlar. Türkiye`de azınlıkların hangi haklara sahip oldukları, türkçenin dışındaki dillerden eĝitim hakkı varmı yokmu sorunu da gündeme gelir.

Seyîdxan Kurij: Almanya Hükümetinin programının aksine Angela Merkel yine Türkiye için imtiyazlı ortaklık dedi. Siz bu konuda ne düşünüyorsunuz?

Cem Özdemir:
Doĝruya doĝru, yanlışa yanlış demeliyiz. Türkiye geçmişde Avrupa Birliĝi (AB) konusunda yapması gerekenleri yapmadı. Türkiye `de 3 hata 4 tane askeri darbe yapıldı. Bu askeri cuntalar Türkiye`ye çok zarar verdiler ve Türkiye`yi geriye götürdüler. Bilindiĝi gibi Yunanistan AB üyesi olacaĝı zaman, Türkiye`ye de elinizi çabuk tutun, kriterleri yerine getirip AB üyesi olun dendi. Ama o zamanki başbakan, „ onlar ortak, biz pazarız“ dedi. Türkiye bu son yıllarda deĝişti. Biz Türkiye`nin başbakanı ve diĝer politikacılar ile görüştüĝümüzde onlara, Tükiye`nin AB yardımı ile bir çok şeyi başarabileceĝini söylüyoruz. Türkiye bu deĝişim yolunda devam etmelidir. Türkiye`nin AB üyesi olması hem Türkiye toplumunun hem de AB toplumunun yararınadır. Her iki tarafda bu ortaklıktan çok kazançlı çıkacaktır. Türkiye`de refah artacak, demokrasi, özgürlükler ve insan hakları, azınlık hakları konusunda çok iyi gelişmeler olacak. AB ise Türkiye gibi büyük ve dinamik ve aynı zamanda halkının çoĝunluĝu müslüman olan bir ortaĝa sahip olacaktır. Elbetteki Türkiye sıfır tarife ile AB üyesi olamaz. AB kriterleri ve deĝerleri belli. Türkiye AB`nin kriterlerini yerine getirmeden bu birliĝe üye olamaz. Türkiye AB `nin bütün kriterlerini yerin getirdikten sonra biz Türkiye`nin tam üye olmasından yanayız. İmtiyazlı ortaklık zaten şu andada yürürlükte. Türkiye AB `nin bir çok kurumunda temsil ediliyor, gümrük birliĝine uye. Bundan dolayı imtiyazlı ortaklık gibi bir şeyden bahsetmek fazla anlamlı deĝil.

Seyîdxan Kurij: Şu anda Türkiye`de Anayasa deĝişikliĝi konusunda tartışmalar sürüyor. AB bu süreci nasıl deĝerlendiriyor?

Cem Özdemir: AB`nin 27 üyesi var ve her ülkede deĝişik partiler var. Her partinin bu konudaki görüşü farklı. Türkiye`de herhangi bir konuda ortak görüş olmadıĝı gibi Avrupa`da da herhangi bir konuda ortak bir görüşden bahsedilemez. Hükmetlerin görüşü farklı , muhalefetin görüşü farklı. Her partinin ayrı bir görüşü var, hatta aynı parti içindede deĝişik görüşler var. Ben mevcut anayasada yapılacak deĝişiklikleri çok önemli buluyorum ve destekliyorum. Çünkü mevcut anayasa askeri diktatörlük şartlarında yapılmış anti demokratik bir anayasadır. Bu anayasanın mutlaka temelden deĝişmesi gerekir. Gönül isterdi ki Türkiye`deki bütün siyasi partiler, demokratik kitle örgütleri ve akademik çevreler bir araya gelip, uzlaşma ile sivil, demokratik, Avrupa deĝerlerine uyumlu çaĝdaş bir anayasa yapabilsinler. 12 Eylul anayasası bügüne kadar bir çok defa deĝişti, fakat bu deĝişiklikler yeterli deĝil. Şu anki anayasa biraz İsviçre peynirine benziyor. Eskisi ile yenisi bir arada. Böyle olmaz Türkiye`nin yeni bir anayasaya ihtiyacı var.

Seyîdxan Kurij: Bir süre önce İsveç parlementosunda „Ermeni soykırımı“ onaylandı. Sırada başka parlementolar var. Bu sorun her gündeme geldiĝinde Türkiye`de tansiyon yükseliyor. Siz bu konuda ne düşünüyorsunuz?

Cem Özdemir: Türkiye`de miliyetçi – şovenistler tarafından öldürülen deĝerli Ermeni aydını Hrant Dink`ın güzel bir sözü vardı. Sevgili Dink, „ bu sorun diĝer devletlerin parlementolarında çözülemez. Ermeni halkı ve Kürd halkı bu sorunu kendi arasında konuşarak, dialog yöntemi ile çözmelidir“ diyordu. Bundan dolayı ben Türkiye ile Ermenistan arasında başlamış olan dialog sürecini çok olumlu buluyorum ve bu sürecin derinleşerek devam etmesine destek veriyorum. Bus son yıllarda Yunanistan - Türkiye, Suriye - Türkiye, ve Bulgaristan - Türkiye arasındaki ilişkilerde bir normalleşme ve dialog başladı. Bundan bütün taraflar kazançlı çıktılar. Aynı şekilde Ermenistan – Türkiye ilişkilerinin normalleşmesinden, aradaki kapıların açılmasından her iki taraf kazançlı çıkar. Aynı şekilde Ermenistan ile Azerbeycan arasındaki sorunların ve Karabaĝ sorununun da çözülmesi gerekir. Ben iyi niyet olduktan sonra dialog ile çözülemiyecek sorun olduĝuna inanmiyorum.

Hiç yorum yok: